Van'da son günlerde yaşanan çöp sorunu görüntü kirliliğinin yanı sıra hastalıklara da davetiye çıkarıyor. Yazarımız Mustafa Öztünç, yaşanan sorunu Kürtçe kaleme aldığı yazıyla anlattı.

Ez dibêjim serokên şaredarîya Wan’ê a mezin û serokên şaredarîyên navçeyên Wan’ê yan guhdarîya gelê xwe nakin yan jî karkirina şaredarîyê nizanin.

Ev gelê wan bajara, bi gazîyekî û daxwazîyekî rey dane we û gotin ji bo me gelê Wan’ê xizmetkarîyê bikin. Ger hun xizmetkarîyê nakin çi ferqa we di serokên borî namîne.

Ez bi zimanê gelê Wan’ê dinivîsîm û dibêjim rîyên me û kolanên me nayên paqijkirin. Kêmasîyên binesazîyan nayên xelaskirin. Çêkirina we ya rîyên me, weka pînekirina şalê me yên berê ne. Em xelkê Wan’ê dixwazin ku hun bizanin ev dem, ne dema pînekirinê ye.  Nêzîkî nîv salê ye serokatî ya weye. Mixabin roj bi roj kolan û rîyên me qirêj dibin û bi rastî nayên paqijkirin.  Vanda Çöp Sorunu (1)

Ez bawerdikim ku qontrola serokan li kolana bibe, yan jî ji karmendan, wêneyên kolana bêne xwestin ê kolan û qadên piknîkan û cihên hewceyên paqijîyê  ê sererast bêne paqijkîrîn û rîyên weka şalên pînekirî hatine asfaltkirin jî, bi wêneyan bêne qeyîdkirin bi wî çendê jî asfaltên rîyan ê sererast bêne çêkirin.Çöpsorunu

Wexta namzetîya serokatiyê, sozên ku we dabun hebun. Em dixwazin kû ew soz tenê nemînine bi axaftinê re. Pêwiste kû sozên we dayî hûn bînine cih. Ger hûn sozên xwe ji bîr bikin, ez gotinên gelê Wan’ê dibêjım ‘’wext zu derbas dibe 4 sal weka derbasbuna awê ê derbas bibe.’’

Em gelê Wan’ê û gelên navçeyên Wan’ê dibêjin kû; heskirina me ne bi şekl û şemalê serokên şaredarîya’ye. Heskirinên me bi xizmetkirina serokên şaredarîyê’ye. Em dixwazin kû serokên şaredarîyan, dûrî sîyaset û polîtîqayan bin. Ji bo gelê xwe xebatên berbiçav û karên xuya bikin. Ger hun nakin, bê veşartî, yan bêjin em dûrî xebatêne, yan jî bêjin em nikarin karsazîyê bikin. Belê em jî, bi anegorîya gotinên serokatîya şaredarîyan rîye kî bidin pêşîya xwe.

Ez caran dibînim hin kes bi dilxwezi kolanên xwe pakij dikin. Wexta ez wê çendê dibînim ez dibêjim kû karmendên şaredarîyê ger karkerîyê nakin, bila şaredarî, her karmendeki runiştokekî bide û derneyêxe nava gel. Bila gelê Wan’ê jî dest bi paqijîyê bike. Bi rastî her kes li kolanên xwe karê paqijîyê bike tiştekî xweşe.Vanın Çöp Sorunu

Bi wî çendê ji kêmasîyek ber bi çava dikeve. Ew ji, karmendên şaredariyê, bê xebat ê heqê karkerîyê bistînin ev çend dibe niheqî. Ez dibêjim pêwist’e kû karmendê şaredariya ra xebatekî nû bê peydakirin. Yan jî karkerên şaredarîyê bila karên xwe bînine cih û serokên wan jî, mehê carek an dû caran qontrola wan bikin. Dilxwez jî ger dîsa bixwazin bila alîkarîya karmendên şaredarîyê bikin. Em wê çendê bibînin jî em ê gelek dil xweş bibin.

Iro ev çend gotin ji me ye, kirin jî bi izna Xweda ya şaredariyê ye.

Bimînin bi slav û dua.  Vanda Çöp Sorunu (2)